• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge Şandina Hêz bo Ser Sînorê Rojavayê Kurdistanê Red Kir

Wezareta Pêşmerge Şandina Hêz bo Ser Sînorê Rojavayê Kurdistanê Red Kir
Wezareta pêşmergeya hikûmeta herêma Kurdistanê red kir ku hêz û çek şandibe ser sînorê Rojavayê Kurdistanê. Cebar Yawer sekretrê giştîyê wezareta pêşmerge red kir, ku ti hêzeke pêşmerge hatibe şandin bo sînorê Rojavayê Kuridstanê yan kevtibe helata amadebaşîyê. Wekîlê wezareta pêşmerge Enwer Hacî Osman jî di evê bareyê de ragihandiye: “Zêdetirî 2 salane ku hêzên pêşmerge li ser wî sinorî ne.”



Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di nûçeyeke xwe de ragihandibû: “Hêzên pêşmerge li ser sînorê Pîşxabûr û li nêzîkî gundê Şilêkê bi cih bûne û çekên giran jî ligel xwe birine.” Herwisa ajansa nûçeyan a Firatê ya nêzîkî PKK jî di nûçeyekê de ragihandibû, ku hêzên pêşmerge li seranserê sînorê navbera Rojavayê Kuridstanê û herêma Başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin û hemû hêzên pêşmerge jî kevtine haleta amadebaşîyê de.

Di evê bareyê de sekretrê giştîyê wezareta pêşmergeya hikûmeta herêma Kurdistanê ji ajansa nûçeyan a Navxwe re ragihand, ku ´´bi hîç şêweyek ji alîyê wezareta pêşmerge ve, hîç hêzeke pêşmerge nekevtiye haleta amadebaşîyê de û wezaretê jî hîç tiştek di evê bareyê de neragihandiye û hêz jî bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê nehatiye şandin.´´


Zêdetirî 2 sale lîwaya 8 a bejahî ya pêşmergeyan li wê navçeyê bi cih bûye

Li gor nûçeyeke malpera Rûdawê ,Wekîlê wezareta pêşmerge Enwer Hacî Osman di vê derbarê de ji evê malperê re gotiye: “Em ewê nûçeyê red dikin. Ev zêdetirî 2 salane lîwaya 8 a bejahî ya hêza pêşmergeyê Kurdistanê bi hemû pêdiviyan li wê navçeyê bi cih bûye. Ti hêzekî nû ji bo wê herêmê nehatiye şandin.”

Em aliyê leşkerî ne û girêdayî biryarên serweyî xwe ne

Enwer Hacî Osman derbarê girtina dergehê sînor de jî gotiye: “Em aliyê leşkerî ne û girêdayî biryarên serweyî xwe ne.”

Pêr (20.05.2013) serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ragihandibû: “Aliyekî diyarkirî roj li pey rojê bi kontratek bi guman xwe pir çek kiriye. Roj li pey rojê xwe ji peymana Hewlêrê dûr xistiye û aliyên din paşguh xistiye. Heta kar gihiştiye kuştin, girtin, revandina xelkê û liberçavnegirtina aliyên siyasî yên kurdî.”


Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Heta hilbijartinekî azad neyê kirin, mafê ti aliyekê nîne xwe ferz bike. Heta dema hilbijartinê tenê Desteya Bilind a Kurd (DBK) dikare nûnertiya xelkê bike. Em rê nadin piştgiriya me wekî pirekê ji bo xwe sepandin û takrewiyê bikarbênîn. Lewra em li bendê ne helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin. Ger bi tevahî peymana Hewlêrê neyê bi cih kirin û li gor tevnegerin, em jî wê biryarên din wergirin.”

Berî çend rojan 74 endamên El-Partî dema xwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, li ser sînor ji aliyê hêzên asayîş û hêzênYPG ve ku girêdayî PYD de ne, hatibûn binçavkirin. Nûnerê El-Partî yê Hewlêrê Seîd Omer di bareyê ewê bûyerê de ragihandiye, ku 72 hevalên wan hatine berdan û hêşta 2 hevalên wan nehatine azadkirin.
Top