Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Parlemena Iraqê û şanda li gel kir
Li civînê de ku birêz Kosret Resûl Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji endamên her du Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê jî beşdar bûn, di destpêkê de Serokê Parlemena Iraqê behsa pêvajoya qeyrana Iraqê kir û balkişand li ser aloztirbûna rewşa emniya welat û nebûna aramiya siyasî û takrewiya desthilatdarên Bexda û perawêzxistina pêkhatên din û binpêkirina destûrê kir. Her wiha nîgeraniya ji wê yekê ragihand ku Iraq li nav agirekî mezin da dijî û bi pêwîstî jî zanî pêvajoya siyasiya Iraqê biçê ser rêrewekî dirust.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û nîgeraniya xwe jî ji kûrtirbûna kêşeyan û rewşa emnî û siyasiya Iraqê bi amadevanan ragihand û got: Min berî salek behsa vê pêvajoya xerap kir ku welat têda derbas dibê û min pêşbîniya wê yekê jî kir ku kêşe berev hewayeke pir metirsî û takrewî û şikestê ve diçe. Serok Barzanî eve jî rûnkir jêderê hemû giriftan binpêkirina destûr û piştguhxistina prensîpa şeraketê buye.
Li mijareke dinê hevdîtinê de axaftina li ser encamên hilbijartina parêzgehên Iraqê û guhertina nexşeya siyasiya Iraqê bû û amadevanan dîtin û nêrînên xwe li ser pêşhatê siyasiyan û çawayiya rûbirûbûna qeyranan û pabendbûna bi şeraketê xisterû.
