• Tuesday, 10 February 2026
logo

PJAK: Li Serdeştê 2 cerdevan hatin kuştin

PJAK: Li Serdeştê 2 cerdevan hatin kuştin
Li bajarê Serdeşt ê rojhilatê Kurdistanê di navbera gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û hêzên artêşa Îranê de şer derket. Di encamê de 2 cerdevanên girêdayî artêşa Îranê hatin kuştin.

Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di daxuyaniyek ku kopiyeke wê ji Rûdawê re jî hatiye şandin de wiha dibêje: “19'ê Gulanê li bejahiya herêma Candaran a girêdayî bajarê Serdeştê, Pasdar û Cerdevanên artêşa Îranê derketine operasyonê.”

PJAK di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Ji ber operasyonê di navbera gerîlayê PJAK'ê û hêzên artêşa Îranê de şer derketiye û di encamê de yek jê serkêşekî cerdevanan bi giştî 2 cerdevanên artêşa Îranê hatine kuştin.”

Koordînasyon PJAK'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hesasiyeta pêvajoya çareseriyê ya li herêmê rû dide û destnîşan kir ku pevçûnên bi vî rengî bi kêrî berjewendiyên ti kesî nayên. Di daxuyaniyê de ji aliyan hat xwestin, ku li gorî hesasiyeta pêvajoyê tevbigerin û rê nedin pevçûnên bi vî rengî.

Berpirsê pêwendiyên Kurdistanî yê PJAKê Arwên Ehmed Por berî duh di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: "Têkiliyên me bi gerîlayên me yên li navçeya Mokiryan qut bûne û heta girêdana têkiliyê bi wan gerîlayan re çênebe, em nikarin berpirsiyariya PJAK di ber şer de ne red bikin û ne jî piştrast bikin."

Dema ku rojnameya Itîla`at a Îranî ragihand ku kuştiyên artêşa Pasdaran sê kes in, tu medyayên Îranê hejmara birîndarên şer destnîşan ne kirin.

Pirraniya medyayên rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku hejmara kuştî û birîndarên şer zêdetirî 15 kesî ne.

Tenê Malpera fermî ya PDK, Kurdistan û Kurd, ji nav malperên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûyer şopand û got ku hejmara kuştiyên artêşa pasdaran 6 kes in. Bi sedema pevçûna hêzeke ser bi artêşa Pasdaranê Îranê ve bi grûbeke çekdarên kurd re, bêtirî 16 kes ji hêzên Îranê hatin kuştin û birîndar kirin.

Ji nav partiyên rojhilatê Kurdistanê, PJAK tekane partiye ku gerîlayên wê li ser sînorê Îranê û zincîra çiyayê Qendîlê hene.

Piştî agirbesta PJAKê ya di 05.09.2011an de, tenê carekê li navçeya Şaho ya Şarê Pawe li parêzgeha Kirmanşan, şer û pevçûn di navbera gerîlayên PJAK û hêzên ewlekariya Îranê de derketibû. Di encamê de, 4 Pasdarên îranê hatin kuştin û 4 din jî birîndar bûn

Rudaw
Top