• Tuesday, 10 February 2026
logo

Muslim: Ji bilî YPG`ê em tu hêzên leşkerî qebûl nakin

Muslim: Ji bilî YPG`ê em tu hêzên leşkerî qebûl nakin
Hevserokê PYD`ê Salih Muslim ragihandiye ku ew hevalên El Partî yên ku ji aliyê hêzên asayîşê ve hatibûn girtin perwerdeyên leşkerî li Herêma Kurdistanê dîtibûn û bi ne yasayî derbasî rojav bibûn , her weha teqez li wê yekê jî kir ku pewîst nake kes dest li karê asayîşê werde.

Muslim bi daxuyaniyek ji kanala Nuçe Tv ragihand ku, berya çend rojan hêzên YPG û hêzên asayîşa rojava hin kesên ku perwerdeyên serbazî li Herêma Kurdistanê dîtine desteserkirine û ew jî nêzîkî Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El- Partî) ne.

Salih Muslim di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ku hêzên asayîşê bi karê xwe radibe û çê nabê tu kes destê xwe di karê asayîşê de wernede û nabê em ji hêzên asayîşê re bêjin ku bikarên xwe ranebin.

Hevserokê PYD`ê da zanîn ku nûnerê PYD`ê li Hewlêrê ji bo pirsa daxistina derwazeya sînorî navbera Herêmê û Rojavayê Kurdistanê hewl daye ku bi serokayetiya Herêmê re rûne bo çareserkirina wê aloziyê lê bersiva nameya wî ya fermî nehatiye dan.

Muslim di dawiya axaftina xwe de teqez kiriye ku, hin partî hene dixwazin hêza leşkerî ava bikin lê Desteya Bilind a Kurd ji bilî YPG`ê tu hêzek leşkerî qebûl nake, em wek PYD`ê jî tu hêzekê di bin çi navî de dibe bila bibe ji bilî YPG`ê qebûl nakin.

Xendan
Top