Çend teqînan Bexdad hejandin
Jêderekî ewlekariyê li bajarê Bexdadê ku nexwestiye navî wî bê aşkira kirin ji ajansa Meda Presê re ragihand: Îro danê sibê 22/5/2013`an li navçeya Huriye li bakûrê rojavayê Bexdadê teqîne û di encamê de 4 kes hatine kuştin û 188 kes jî birîndarbûne.
Di heman demê de wezîrê derve yê Keneda John Bird ji malpera Keneda Tv yê welatê xwe de ragihandiye ku: Di zincîrên teqînên çend rojên borî li Bexdada paytext de, welatiyekî Kenedî jiyana xwe ji dest daye û nîgeraniya xwe jî derbarê zêdebûna tundûtîjiya li Êraqê derbiriye.
Wezîrê derve yê Keneda cext li wê yekê kiriye ku bi hûrî çavdêriya rewşa Êraqê dikin û ji berpirsên Bexdayê xwestiye ku seqamgîriya welat bixin jêr kontrolê.
Xendan
