• Tuesday, 10 February 2026
logo

Parêzgarê Mûsilê Daxwaza Derkevtina Hêzên Hikûmeta Iraqê ji Mûsilê Dike

Parêzgarê Mûsilê Daxwaza Derkevtina Hêzên Hikûmeta Iraqê ji Mûsilê Dike
Parêzgarê Mûsilê Esîl El Nucêfî dîsa daxwaz kir, ku hêzên polîs û artêşa ser bi hikûmeta navendîya Îraqê ve li bajarê Mûsil nemînin.


Esîl El Nucêfî di hevpeyvîneke taybet de ligel Beşa Kurdîya Dengê Amerîka, herwiha daxwaz kir ku polîsên xwecihî yên Mûsilê erkê parastina bajar werbigrin.

Nuceyfî ragiahndiye, ku sedema serekî ya alozbûna rewşa Mûsilê, şandina hêzên hikûmetê ji Bexdad û başûrê Îraqê ve berev bajarê Mûsilê ye.

Piştî bûyerên Hewîce li meha bihurî, çend caran şer û pevçûnên giran li navbera hêzên hikûmeta Îraqî û komeleyên çekdarî li Mûsilê qewimîn û bi dehan kes hatîne kuştin.
Top