• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wê Kurdistan Dîroka Cîhanê Nû Binvîse

Wê Kurdistan Dîroka Cîhanê Nû Binvîse
Li Kurdistanê wê dîrok ji nû ve bête nivîsîn. Li nêzîkî Ruhayê, li gundê Girê Mirada (Göpeklitepe), dema şûnwarnasê Alman Prof.Dr. Kalus Schmidt dest bo lêkolîn û kolanê li Girê Mirada kir, di sala, 1994-1995an de, dizanîbû wî gava yekem ber bi binavbangbûna xwe ve li cîhanê avêt.

Dema kola, dît ku şûnwar wek tîpa (T) ne, dizanîbû ku eve gelekî kevin e, lê hin bi hin bo wî diyar bû, ku ev şûnwar kevintirîn şûnwarê li cîhanê hatiye dîtin ( 12.000, sal).

Ew nêrîna, ku dibêje pêlên penberan ji Qefqasiya û Europa hatine biderew derxist û got: Pêlên penaberan ji Mezopotamiya derketine û ne berovajî, lewra jî pêdivî ye dîrok nû bête nivîsîn.

"Xwedanê Erdî, Şe`ban, di salên 1994an de, erdê xwe cot dikir, di dema cotkirinê de şêr dît, ew şêr diyarî Mûzexana Ruhayê kir.

Profesor Schmidt, li wê salê li Urfa bû û wek her şûnwarekî, dema diçin geştan berê xwe didin mûzexanan, wî jî berê xwe da mûzexana Ruhayê(Urfa), dema ew şêr dît seyr ma û pirsî ev ji kû ye, jê re gotin û ew jî bilez li wî kesî pirsî û Kurd dibêjin (bi pirsê, mirov digihe Qersê), çû ew cotiyar dît, cih dît û projê xwe pêşkêş kir"..

Ev gotin kurê xwedan wî erdî bo me di sala 2011an, bi Hazirbûna gelek kesan, ji wanan Dr. Herbert Schmalstieg û Zêdo Baedrî, heyva 5an vepêja.

Ev kî avakiriye û ji bo çi? ev hîn nediyar e, lê bêguman xelkên Mezopotamiya ne
Pukmedia /
Top