• Tuesday, 10 February 2026
logo

Roja tomarkirina navên hêz û partiyan ji bo hilbijartinan kifş bû

Roja tomarkirina navên hêz û partiyan ji bo hilbijartinan kifş bû
Komîsyona bilind a hilbijartinên Iraqê ragihand, heyama tomarkirina navên hêz, partî û baskên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ji 23ê Gulanê dest pê dike û roja 4ê Hezîranê diqede.

Nûnerê komîsyona bilind a hilbijartinên Iraqê li Hewlêrê Hendirên Mihemed, ji Rûdawê re got: “Hêz, partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yên ku dixwazin beşdarî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bibin dikarin ji roja 23ê Gulanê ve dest bi tomarkirina navên xwe bikin.”

Hendirên diyar kir ku heyama tomarkirina navên hêz û partiyên siyasî ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dê 4ê Hezîranê bidawî bibe.

Derheqê tomarkirina navên kesên ku dixwazin bibin namzedê serokatiya Herêm Kurdistanê de nûnerê komîsyona hilbijartinên Iraqê ragihand, roja 23ê Gulanê dê tenê navên hêz û partiyên siyasî bên tomarkirin û dê dû re jî navên namzedên serokatiya Herêma Kurdistanê bên tomarkirin.

Serokê Herêm Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 08.04.2013 ragihand, roja 21ê Îlona îsal wek roja sazkirina hilbijartinên parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye.

Rudaw
Top