Elawî: Mehêlin bermîla barûdê biteqe
Di beyannamekê de ku wêneyek gihîştiye destê Xendanê Eyad Elawî ragihand: "Çendîn car me bangehêşta seriyên komên siyasî bo cîbicîkirina şeraketa niştimanî dubare kir taku welat ji vê qeyrana nebûna baweriyê derketina diktatoriyetê û kêşeyên desturî û têkçûna proseya siyasî rizgar bikin."
Elawî got: "Bi bê tu hincetekê necîbicîkirina wê bangeşeyê, ji berpirsyartiya niştimanî reve girêkkirina çaresnivîsa Êraqiyane bo pêşerojekî tejî hevrikî û şer û wêranê ye ku ter û hişk bihevre bişewitînê ye."
Her weha Eyad Elawî bang li hêzên siyasî û civakî û olî û sekreterê giştiyê Neteweyên Yekbuyî û emîndarê giştiyê komkara Erebî kiriye ku hemû şiyana xwe tevger bikin taku asta hevrikiyan kêm bikin û nehêlin ev rewş ku Elawî bi bermîlê barûdê destnîşan dike biteqe.
Xendan
