• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hevpeymaniya Kurdistanî: Em guh nadin banga Malikî

Hevpeymaniya Kurdistanî: Em guh nadin banga Malikî
Berdevkê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Kurdistanê Mueyed Teyîb diyar kir ku banga Malikî ya baykotkirina civînên parlamentoyê qebûl nakin û beşdarî civînên parlamentoyê bibin.

Piştî ku serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ban li parlamenterên Iraqê kir civînên parlamentoyê baykot bikin, fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Iraqê bersiva Malikî da.

Berdevkê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî Mueyed Teyîb ji Rûdawê re got: “Em wek endamên parlamentoyê girêdayî biryarên serokatiya parlamentoyê û qanûnê ne.”

Teyîb diyar kir ku navbera Malikî û serokê lîsteya Iraqiye Eyad Ellawî nakokiyên mezin heye ji ber wê jî li gorî Malikî civîna awarte ya parlamentoyê dê bibe sekoyek ji bo êrişa li dijî wî û ji ber wê jî têkçûna rewşa ewlehiya Iraqê davêje stûyê hêzên ewlehiyê.

Mueyed Teyîb piştgiriya xwe ji bo civîna awarte ya parlamentoyê li ser rewşa ewlehiya Iraqê nîşan da û ragihand, parlamento û hikûmet wek du hevrikên siyasî li hev dinêrin û ev jî li nav sîstemên demokratîk de nîne.

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî îro gotibû: “Sedema sereke ya arîşeyên Iraqê parlamento ye û ji ber wê jî divê endamên parlamentoyê civînan baykot bikin.”

Rudaw
Top