• Tuesday, 10 February 2026
logo

Exxon Mobil li Balîsan li petrolê digere

Exxon Mobil li Balîsan li petrolê digere
Tevî fişarên hikûmeta Iraqê şîrketa Exxon Mobil a Amerîkî li Herêma Kurdistanê karên xwe bi pêş dixe û niha li devera Balîsan û qezaya Raniye du bîrên petrolê dikole.

Rêveberê devera Balîsan Salih Ekrem ragihand, şîrketa Exxon Mobil li ser yek ji rêze çiyayên devera wan petrolê der tîne û li çend navçeyên din jî li petrolê digere. Salih got: “Ew bîra ku dikolin li ser çiya ye û ziyan negihiştize şêniyên navçeyê.”

Navborî bi hêvî ye ku dîtina petrolê li navçeya wan, navçeyê bi pêş ve bibe û xizmetguzariyên zêdetir ji wan re peyda bike.

Exxon Mobil li Bêtwate ku sînorê qezayên Raniye, Rewandiz, Soran, gundên Xelîfan û beşek ji devera Balîsan li xwe digire, ji bo dîtina petrolê lêgerînê dike. Li gor zanyariyên Rûdawê, Exxon Mobil li sînorê Bêtwate bi du tîmên cuda kar dike û tîmek ji wan lêgerînê dike ji bo dîtina petrolê û tîma din jî bîrên petrolê dikole. Exxon Mobil, li gundê Gulan ê bajarokê Serkepkanî yê ser bi qezaya Raniye jî bîreke petrolê dikole. Lê heta niha dest bi karên xwe nekiriye.
Top