Li bajarê Quseyr ê Sûriyê şerekî giran qewimiye
Televîzyona Sûriyê îro (19.05.2013) ragihand, hêzên rêjîmê ji bo ku bajarê Quseyr li parêzgeha Hums ji bin kontrola hêzên artêşa azad de derbixin, dora bajêr girtine û bi tundî êrişî hêzên opozîsyonê dikin.
Ji aliyekî din opozîsyona Sûriyê ragihand, li kêleka hêzên Esed de gelek çekdarên Hizbullaha Lubnanê jî tevlî şerê Quseyr bûne û li dijî artêşa azad şer dikin.
Li gorî opozîsyonê di encama êrişên hewayî û topbarana rêjîma Sûriyê de heta niha 16 kes hatine kuştin.
Tê gotin bajarê Quseyr niha li bin kontrola hêzên opozîsyonê de ye lewma hêzên Beşar Esed ji bo wergirtina bajêr êriş dikin.
