Ehmed Turk ji bo Pêvajoya Aştiyê Diçe Amerîkayê
Li gorî agahiyên ku Alîkarê Hevserokê BDP’ê Nazmî Gur da Ehmed Turk dê îro li Amerîkayê be û hevdîtinên xwe heta 24’ê gulanê bidomîne. Hemû hevdîtin dê li Paytexta Amerîkayê Washingtonê pêk bên.
Ehmed Turk ji bo ku pêvajoya çareserî û aştiyê ya li Tirkiyeyê vebêje û derbarê pêşveçûnên demokratîkbûna Tirkiyeyê de agahiyan bide, dê bi nûnerên hikûmeta Amerîkayê, senator, rojnamevan û saziyên sivîl re hevdîtinan pêk bîne.
Di çapameniya Tirkiyeyê da dihête bangeşekirin (îdiakirin) ku dê Ehmed Turk li Amerîkayê bi Rêberê Cemaeta Nûr Fethullah Gulen re jî hevdîtin pêk bihîne. Nazmî Gur derbarê vê yekê de jî da zanîn di bernameya wan de hevdîtineke wisa tune ye lê ger daxwazeke wisa bihê rojevê dê binirxînin.
