• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê Û Konsulusê Misirê Civiyan

Serokwezîrê Kurdistanê Û Konsulusê Misirê Civiyan
Evro li Hewlêrê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Misirê yê li Îraqê Şerîf Şahîn kir.

Di destpêka hevdîtinê de Konsulusê Misirê ragihand ku, armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji Rayedarên Kurdistanê ye jiber ku, dema erkdariya vî li Îraqê de bi dawî hatiye.

Li hember de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê hêviya serkeftinê ji nav hatî re xwest û spasiya nav hatî kir bo rola ku, bo bihêz kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de ku, xwedan bingeheke Dîrokîne lîstiye, Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê herwiha hêvî xwest ku, Konsulusê Misirê li kûderê be weke dosteke Îraq û Kurdistanê bimîne.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de di derbarê meseleya bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Misir û Kurdistanê de her du alî behsa serdana Serokwezîrê Misirê bo Kurdistanê kirin û ragihandin ku, ev serdana han dibe destpêkeke din bo bihêztir kirina peyvendiyên han bi taybetî ku, her du Gelên Misir û Kurdistanê xwedan xwestekin bo bihêz kirina wan.

Konsulusê Misirê behsa vê yekê jî kir ku, di rojên pêşiya me de Nuneratiya Hikûmeta Kurdistanê li Qahêreyê weke yekemîn Nuneratiya Hikûmeta Kurdistanê li welatên Erebî de tê vekirin û ev yek jî dibe sedema berfiretir kirina asoya peyvendiyên navbera her du aliyan.

Nav hatî eşkere kir ku, Misir dixwaze Kurdistan bibe xwedan pêgeheke girîng û Deverên din yên Îraqê jî fêde ji ezmûna Kurdistanê werbigirin û Kurdistan jî di warê abûrî û awedankirinê de hevkariya Îraqê bike.

Komsulusê Misirê behsa vê yekê jî kir ku, Wezareta geştûgozar ya Misirê dixwaze yek ji wan peykerên Misirê bîne li Helwêrê bicîh bike.

Di berdewamiya hevdîtina han de her du alî behsa peyvendî û kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin û di vê derbarê de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, serdana heyeta Hikûmeta Kurdistanê bo Bexda destpêkeke başe bo hewldan bo çareser kirina kêşeyên heyî û Kurdistan weke hertim hewl dide û hewl daye daku, kêşe û arîşeyên heyî bi rêya danûstan û diyalogê di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de werin çareserkirin.
Top