Serokê Herêma Kurdistanê li gel Endamên Lîjneya Pêdaçûna Projeya Destûrê civiya
Li hevdîtinê Serok Barzanî daxwaz ji amadevanan kir dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê projeyê bixin rû. Paşê Ferset Ehmed Sekreterê Parlemena Kurdistanê û Serokê Lîjneya Pêdaçûna Projeya Destûr behsa wê yekê kir, ku lîjne bi biryara Parlemen û bi beşdariya hemû aliyên nav Parlemenê hatiye pêkanîn û nûnerayetiya hemû netewe û ol û aliyê siyasiyan li xwe girtibû. Eve jî şîrovekir ku ji bo amadekirina wê projeyê sûd ji destûra 40 welatan hatiye wergirtin û heft salan domkiriye heta hatiye amade kirin û dîtin û nêrîna pîsporên biyanî û navxweyiyan hatiye wergirtin û berî li Parlemen deng bidinê 5000 pêşniyar ji aliyên çîn û tuwêjên civakê wergirtine. Paşê li Parlemena Kurdistanê bi dengê 96 endaman biryar dan bidin referandum û bi yasayek pêşkêşî Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha behsa eve jî kir ku 900 hezar heb ji wê projeyê çap kirine û li rêya birîkarên xorakê ve ji bo hemû malbatek hatiye şandin. Ji bilî wê jî beşdariyeke siyasî û nîştimanî li ser çêbûye û 36 partiyê siyasî jî li bajarê Koyê, ku nûnerayetiya hemû civakên Kurdistanê dikir piştgiriya xwe ji bo projeyê dûpat kirin û li gel ewe jî bûn, ku projeyê bidin referandumê.
Paşê dergehê guftûgoyê ji bo beşdarvanan hate vekirin û zêdetirê amadevanên civînê li ser ewe hevrebûn, ku projeya destûr hemû qonaxên yasayiyên xwe derbas kiriye û bi beşdariyeke siyasî li hember gelek destûran de hatiye nivîsîn, destûrekî pêşketî û demokratiyaneye û gelek bi rûnî jî balkişandiye li ser wê yekê ku sîstema siyasiya Herêmê Parlemeniye û tekez jî li ser ewe kiriye, ku divê rastî û naveroka destûrê ji bo xelk bête şîrovekirin û daxwazkir di derbarê naveroka projeyê ve êdî xelk neyê îhmalkirin. Amadevanan li ser ewe komdeng bûn, ku tu aliyek jî nikarê mafê dengdana xelkê zeft bike, ji ber ku îrade û desthilata gel resen û yekalîkere.
