Selahedîn Demîrtaş: Di Evê Pêvajoyê De Em Hemû Qezenc Dikin
Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Navenda Cegerxwîn a li Amedê tevli panela “Bi Rizgariya Demokratîk Ber Bi Jiyana Azad ve” bû. Demîrtaş di panelê de li ser pêvajoya aştî û çareseriyê nirxandin kirin. Hevserokê BDP’ê Demîrtaş, bal kişand kurd li çar perçeyên din jî dijîn û got cara yekemîn e di dîroka Tirkiyeyê de bi kurdan re muzakere tê kirin. Hevserokê BDP’ê destnîşan kir kurd bi berxwedaneke mezin îro li ser maseya çareseriyê û got li ser maseyê aliyekî zordar û aliyekî bindest heye. Demîrtaş, rexneyên tund li CHP’ê jî kir û wiha axivî: “Piştî vê pêvajoyê dest pê kir, CHP’ê qiyametê rakir. Jixwe re dibêjin demokratên sosyal. Dibêjin em aştiyê dixwazin. Lê ji destpêkê heta niha CHP dixwaze vê maseya muzakereyê wergerîne û ji holê rake.”
Demîrtaş, got heke pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve dê hemû alî qezenç bikin û banga çêkirina qanûnên demokratîk li hikûmetê kir. Demîrtaş, xwest hikûmet demildest pirsgirêka kurd bi riyên qanûnên demokratîk çareser bike û bihêle 2 milyon kurdên li Ewropayê jî bi awayeke hêsan vegerin welatê xwe. Hevserokê BDP’ê dadgehên Tirkiyeyê jî weke “xirakerên vê pêvajoyê” şîrove kir û xwest 10 hezar girtiyên siyasî yên kurd serbest bêne berdan.
