• Tuesday, 10 February 2026
logo

Leyla Qasim Sembola Qehremaniya Jinên Kurde

Leyla Qasim Sembola Qehremaniya Jinên Kurde
Bi minasebeta 39 saliya Şehadeta Leyla Qasim Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li ser pêgeha xwe ya li facebookê de peyamek pêşkêş kiriye ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta 39 saliya Şehîd bûna Leyla Qasim hezaran silav bo canê paqêj a wê jina qehreman û tevahiya Şehîdên rêya azadî dinirêm. Şehîd Leyla Qasim sembola canfedayî, bawerbixwe kirin û nîştimanperweriya jinên Kurde bo parastinan hizirin netewî û demokrasî.

Leyla Qasim bi awayekî hovane hate şehîdkirin lêbelê şehîd bûna wê peyama serbilindî û xwe teslîmnekirinê bo li hember neyarên dilreq û hov, Leyla ew qas bilind û birûmete ku, di dema dardekirinê de jî serê Celadan din piyên wê de bûn.

Şehadeta Leyla Qasim waneyeke bo tevahiya Gelê Kurd, Leyla Qasim cêha şanazî û serbilindiya her Kurdîkî dilsoze û dibe heta dawî wê bibîr binin jiber ku, ew me hînê vê yekê dike ku, çawe bi azadî bijîn.
Top