• Wednesday, 11 February 2026
logo

Komîteya Bilind Ya Bernameya Bihêz Kirinê Civiya

Komîteya Bilind Ya Bernameya Bihêz Kirinê Civiya
Duh li Hewlêrê bi Serokatiya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî komîteya bilind ya bernameya bihêzkirinê civiya.

Di civîna han de kêşeya wan kesan ku, di çarçoweya bernameya bihêzkirinê de bo berdewam kirina xwendina xwe a li Derveya welat navên xwe nivîsandine lê heta niha nikarîne dest bi xwendinê bikin hate nîqaş kirin û behsa çawetiya çareser kirina wan kêşeyan hate kirin.

Di berdewamiya vê civîna han de çawetiya birêvebirina karûbarên kandîdên nû yên komîteya bernameya bihêzkirinê û çawetiya baştir kirina karên komîteya nav hatî hate şîrovekirin û daxwaz ji her du Wezaretên Xwendina bilind û plan danan jî hate kirin daku, bilez karûbarên pêwîst bo ragihandina devreya dudiyan a bernameya bihêzkirinê cîhbicîh bikin û li gorî şîretên nû devreya dudiyan jî destpê bikin.

Di dawiya civînê de kêşe û kemaniyên heyî yên li berdem cîhbicîh kirina bernameyan de jî hatin şîrovekirin û tekez li ser çareser kirina wan kêşe û kemaniyan jî hate kirin.
Top