• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Hesekê û Şêx Meqsudê şer: 7 leşker hatin kuştin

Li Hesekê û Şêx Meqsudê şer: 7 leşker hatin kuştin
Li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şebîheyên rêjîma Sûriyê de şer derket û pênc endamên leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

Ajansa Hawarê newsê belavkiriye ku, Îro 12/5, yekşeme, grûpeke ser bi hêzên rêjîmê li nêzîk noqteyeke serbazî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG`ê) otomêleke bombekirî teqandin û piştre jî bi bombeyan êrişî şervanên YPG`ê kirin û di ncamê de pevçûn di navbera hêzên YPG`ê û wê grûpê de derketiye.

Li gor ajansê, di encama şer de heya niha 5 endamên şebîheyên Esed li bajarê Hesekê hatine kuştin.
Her weha di nûçeyê de hatiye ku, zaokek 5 salî jî bi guleya şebîheyan di wî şerî de jiyana xwe ji dest daye û hêzên rêjîmê ku bi du takan ketibûn taxa Ezîziyê paşve vekişyane.

Ji aliyekî din duh 11/5, bi şev hêzên rêjîma Sûriyê xwestin bikevin taxa Şêx Meqsudê ya bajarê Helebê li rastî berxwedana lîwaya Cebhet El- Ekrad hate û neçar ma paşve vekişe.

Di encama wî şerî de 2 leşkerên artêşa rêjîma Sûriyê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.Xendan
Top