• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îsa: Rêkeftina Rûsya û Amerîka ya li ser Sûriyê nêzîkî nêrîna me ye

Îsa: Rêkeftina Rûsya û Amerîka ya li ser Sûriyê nêzîkî nêrîna me ye
Endamê serkirdayetiya şaxê Desteya Hevrêziya Niştimanî ya Sûriyê li dirve, Xalid Îsa ji Rûdawê re got "Tişta ku herdu wezîrên Rûsiya û Amerîka, li Moskovayê, li ser lihev kirine nêzîkî nêrîna me ye."

Xalid Îsa diyar kir ku wan her dem xwestiye kirîza Sûriyê bi rêya siyasî were çareserkirin.

Îsa hinek dewletên navçeyê mîna Tirkiyê, Qeter û Eerebistana Siûdî bi astengkirina çareseriya siyasî tometbar kir.

Xalid Îsa ragihand ku Genêv2 taybet bi hêzên navdewletiye û daxaz kir ku tevahiya hêzên opozisyona Sûriyê kongirekî berfireh li darxin ku nûnerên hemû aliyan li xwe bigire.

Îsa got ku armanca vê kongireyê divê yekalîkirina du xalên sereke be: Çawaniya diyalogê li gel rejîmê û şêweyê rejîma nû ya piştî rejîma niha.

Îsa herwiha got: “ Di her çareseriyekê de, divê pênasîna destûrî bi gelê kurd weke neteweyekê were kirin."

Îsa di berdewama axaftinên xwe de got: " Divê sermiyana welêt bi awayekî dadmend were belavkirin û kurd li gor hebûna xwe beşdariyê di desthilata navendî de bikin.”

Îsa tekez kir ku Desteya Bilind a Kurdî (DBK) ew nûnera siyasî ya gelê kurd e û ew bi tenê dikare nûnerên kurdan di kongir de binav bike.

Rudaw
Top