• Tuesday, 10 February 2026
logo

Teqîn li Amedê

Teqîn li Amedê
Li gorî agahiyên ku hatin bidesxisin, li Amedê 2 birayan li sergoyê teqemeniyek dîtin û teqemenî tevdan. Li ser vê yekê teqemenî di destê birayan de teqiya û destê birayek jê bû.


Îro li Amedê 2 birayên bi navê Sezgîn (14) û Yakup Onur (10) li Seyrantepeya Yenîşehîrê li ser sergo teqemeniyek dîtin û teqemenî tevdan. Ji ber vê yekê teqemenî di destê zarokan de teqiya û destê zarokê bi navê Sezgîn jê bû. Herdu birayan ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û ew hilanîn Beşa Lênihêrtina Lezgîn.

Nahê zanîn ka teqemenî yên çi ne û bi çi awayî li ser sergo hatiye danîn.
Top