• Tuesday, 10 February 2026
logo

‘Dengê Tevgera Goran ji dehan 1 daketiye’

‘Dengê Tevgera Goran ji dehan 1 daketiye’
Kurdan di hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê de, tenê şeş kursî bidest xistin. 4 ji wan ji bo YNK, 2 jî ji bo PDK bûn. PDK jî dibêje ku li Bexdayê gilî dike çiku "Belgeya me heye ku sextekarî beramber kandîdê me hatiye kirin." Endamê YNK jî li komisyona bilind a hilbijartinan dibêje "Kurd xisarê qebûl nakin."
Komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê roja 04.05.2013 li Bexdayê encama dawî ya hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê ragihand û Kurd jî tenê dikarin 6 kursiyan ji 4 parêzgehan bidest xînin.

Hêz û aliyên kurdistanî yên Herêma Kurdistanê li navçeyên veqetandî lîstek hevgirtî pêk anîn ji bo hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê. Ew jî bi navê Lîsta Hevpeymana Biratî û Hevjiyanê. Ku ji 4 parêzgehan (Diyale, Selahedîn, Bexda, Wasit) beşdar bûn.

Li gor encama dawî ya hilbijartinan, YNK 4 kursî, PDK jî 2 kursî bi dest xistin. Lê guman PDK heye li ser wî kursiyê ku YNK li Bedayê biriye.

Berpirsê nivîsgeha hilbijartinên PDK Xesro Goran behsa encama hilbijartinan dike û dibêje "PDK li gor hilbijartinên berê yên Iraqê deng bêhtir bidest xistine. Vê carê me karîbû li Wasit kursiyekî bibin. Li Diyale jî me kursiyek biriye."

Xesro Goran behsa encama hilbijartinan li Bexdayê dike: "Cudayî di navbera kandîdê PDK û YNK de 80 deng in. Em li ser wê babetê gilî dikin"

Li gor zanyariyên PDK belgeya wan heye ku YNK li nav komisyonê sextekarî kiriye û dengê kandîdê YNK zêde bûye, lewma kandîdê wan li Bexdayê derdikeve.

Berpirsek PDK li Bexdayê ku nexwest navê wî belav bibe, ji Rûdawê re got "Sextekarî hatiye kirin. Belge 100 ji sedî heye, ku rêxistin hatiye kirin da ku kandîdê PDK li Bexdayê dernekeve. Dema ku encam hatin ragihandin em matmayî man. Çiku li gor dengê rast cudayî gellek e." Herwiha zelal wî berpirsî kir û got ku "PDK li Wasit kursî bi dest xistin. Li nav komisyonê rêxistin hat kirin ku dengê Bexdayê bê dan ji YNK re. Lewma em gilî dikin."

Kurdan li Bexdayê nêzîkî 9 hezar deng bi dest xistin (Berbijêrê YNK 3540 deng, û berbijêrê PDK 3452 deng bidest xist. 1500 deng jî ji lîstê re çûn).
Lê Endamê encûmena komisyona bilind a hilbijartinên Iraqê Sîrwan Ehmed rexneyê dike û dibêje "Kurd xisarê qebûl nakin. Ew aliyê ku xesiriye behaneyan tîne. Eger na va dadgeh heye. Bera tan bike."

Endamê dezgeha hilbijartinên YNK Kawsîn Babekir ji Rûdawê re ragihand ku "Ji pêvî 4 kursiyên ku YNK bi dest xistin, 2 kursiyên din ku yek ji wan PDK ye ku li Diyale ye, yê din jî feyliye li Wasit e." Babekir red kiri ku YNK sextekarî li Bexdayê kiribe: "Em bi xwe li Bexdayê ne desthilatdar in da ku em karibin sextekariyê bikin." Lê Xesro Goran dibêje "Ew 2 kursiyên kandîdê PDK bidest xistin. Herwiha li gor salên çûyî dengê PDK gellekî zêde bûye."

Kawsîn Babekir zelal kir ku pêşbîniya me zêdetir bû ji wê yekê ku me bidest xist: "Dengê Kurdan, li gor hilbijartinên berê, bi awayekî giştî kêm bûye. Lê dengê aliyên kurdsitanî kêmbûne. Her YNK û PDK deng anîne."

Endamê dezgeha hilbijartina YNK behsa kêşeyên navxweyî yên Tevgera Goran jî dike ku bandor li ser dengê Kurdan, li wan navçeyan, kiriye: "Dengê Goran yek ji 10 daketiye. Eşîreta Zengene jî, ji ber kêşeya Osmanê Hacî Mehmûd bi Tevgera Goran re, dengê xwe nedane Goran." Rêveberên Tevgera Goran jî ne amadebûn ku li ser sedema kêmbûna dengên xwe li wan navçeyan ti daxuyanê bidin.

Biryar e ku di temûza îsal de hilbijartinên encûmena parêzgehên Neynewa û Enbar jî birêve herin. Her ji ber rewşa asayişî ya xirab hilbijartinên herdu parêzgehan hatin derengxistin. Kurd jî bendewarên hibijartinên parêzgeha Neynewa ne ku gellek dengan bidest xînin, ku wek yekê ji bingehên sereke yên PDK lê tê nerîn.

Li gor Kawsîn Babekir ji parêzgeha Mûsilê PDK şensê wê yê xurt heye ku dengên baş bidest xîne û dibêje “Em pêşbîniyê dikin ku vê carê 7-8 kursiyên encûmena parêzgeha Mûsilê bidest xînin. Ji ber ku hebûna PDK li Mûsilê xurt e. Lewma YNK 2 heta 3 kursiyan qezenc dike. Lê dengên din dimîin ji PDK re.”

Rudaw
Top