Palawgeha Baziyan Dikeve Kar û Rojane Milyonek Lîtir Benzînê Berhem Tîne
Parêzgarê Silêmaniyê, Behroz Heme Salih, bo ajansa Peyamnêr ragihand: Biryar naverasta vê heyvê palawgeha Baziyan dest bi kar bike û dê rojane bikaribe milyonek litrên Benzînê berhem bîne.
Behroz Heme Salih weha jî got kû: Ev qasiya berhemanîna vê palawgehê, dê bi ser tevahiya bajarokên herêma Kurdistanê de were dabeş kirin, weha jî got kû dibe bo bo bajarê Silêmaniyê sê sed hezar lîtrên benzînê bikeve para wê.
Wekî din jî ragihand: Ev palawgeh dê heta radeyekî bikaribe qerebalixa benzînxaneyên Silêmaniyê kêm bike, lê belê bi temamî dê nikarbe qeyrana sûtemeniyê çareser bike.
