Bexdad hatina PKK bo nav xaka Êraqê red dike
Wezareta Derveyê Êraqê, di beyannameyekî de ragihand ku, hikûmeta Bexdad`ê, hatina gerîlayên PKK bo nav xaka Êraqê red dike.
Beyannameya navbirî, amaje bi wê dike ku, hikûmeta Êraqê pêşwaziya her pêngaveke jibo çareserkirina pirsa Krud û destpêkirina proseya aştiyê dike ya di navbera hikûmeta Turkiya û PKK. lê hatina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bo nav xaka Êraqê di çarçova parastina asayîşa navdewletî û aramî û berjewendiyê dewletên cîran de red dike.
Xendan
