Nêçîrvan Barzanî: Em li dijî radîkalan kurdên Rojava perwerde dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînek li gel rojnameya Financial Times a Brîtanî de wiha got: “Armanca Herêma Kurdistanê ew e ku navçeyên kurdî nebin meydana şerê grûbên wekî Cebhed el-Nesra û grûbên terorîstî yên din.”
Ev zêdetirî salekê ye grûbên çekdar ên kurd li rojavayê Kurdistanê rû bi rûyê çekdarên opozisyona Sûriyê dibin û piraniya wan ji erebên Sunne pêk tên.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser perwerdekirina kurdên rojava û wiha got: “Ev perwerdekirin zêdetir ji bo parastinê ye ne bo êrişkirinê. Ev perwerdekirin, ne destlêwerdana li karûbarên navxwe yên Sûriyê ye. Em dixwazin ew pirsgirêk bi rêya diyalogê bê çareserkirin.”
Li ser rolê welatên Rojava û bi taybet jî Amerîka, Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Li gor tişta em dibînin, hê ne eşkereye Amerîka li Sûriyê çi dike.”
Li gor rapora wê rojnameya Brîtanî, heta niha zêdetirî 141 hezar penaberên Sûriye û rojavayê Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê peywendiyên navbera Hewlêr-Bexda û projeya dirûstkirina boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de wiha got: “Ew proje wê di navîna îsal de biqede û wê petrol jî bê şandin. Heta ger peyman jî ligel Bexdayê neyê kirin jî.”
Rudaw
