Xwepîşandanên Dijî Nûrî Malikî Berdewamin
Di xwepîşandanên evroyê de ku, bi diroşmeya bijardeya me parastina kerameta meye destpêkiribûn, welatiyên xwepîşander daxwaza hilweşandina Hikûmeta Nûrî Malikî kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste daxwazên welatiyên xwepîşander bilez werin cîhbicîhkirin.
Welatiyên xwepîşander ev yek jî anîn ziman ku, eger Malikî dixwaze ligel xwepîşanderan de dest bi diyalogê bike pêwîste li dijî xwepîşanderan çekan bikar neyîne û tevahiya daxwazên wan cîhbicîh bike.
