Financial Tames: Rola Barzanî Di Prosesa Aştî Li Tirkiyeyê De Girîne
Rojnameya han di raporta xwe de nivîsandiye ku, her çend Hikûmeta Tirkiyeyê piştî hilweşandina Rejîma Besê hewl da daku, di warê abûrî de peyvendiyên xwe yên bi Îraqê re bihêz bike lêbelê nikarî li gel Îraqê peyvendiyên xwe bihêz bike û ligel Kurdistanê dest bi peyvendiyên xwe kir û niha peyvendiyên abûrî û siyasî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de gelek bihêzin.
Her çend Tirkiye xwedan kêşe be ligel partiya karkerên Kurdistanê, lêbelê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo çareser kirina ev kêşeya han bi awayeke aştiyane roleke gelek girîng lîstiye.
Rojnameya han behsa vê yekê kiriye ku, hewldanên Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bûne sedema vê yekê daku, PKK û Hikûmeta Tirkiyeyê li ser mêzên danûstandinan rûnin û dest bi çareser kirina aştiyane ya vê pirsa han bikin.
