• Tuesday, 10 February 2026
logo

Artêşa Azad 33 Kurd Revandin

Artêşa Azad 33 Kurd Revandin
Li ser rêya Serêkaniyê û Til Temir Koma çekdar a girêdayî Artêşa Azad 33 welatiyên kurd revandin.


Ajansa Hewar îro nuçeya revandian 33 hemwelatiyên Kurd ji aliyê Koma çekdar ve weşandiye û daye zanîn kû ew koma çekdar bi navê Tabûra Şi`êtat ku endamên wê ji herêma Meyadîn û Siwer a Dêra Zorê ne, ew 33 welatiyên Kurd li ser rêya di navber gundê Menacîr a di navber Til Temir û Serêkaniyê de revandin e. Tabûra Şi`êtat duh di demjimêrên êvarê de 33 welatiyên Kurd ku ji Heleb û Şamê dihatin rastî gundê Mecacîr revandin û birin gundê Menacîr ku tê de bicih bûne. Heman komê êrîşî gundê Mele Nûrî kir û bê navber gule li malên gundiyan reşandin. Koma Çekdar a bi navê Tabûra Şi`êtat li gundê Menacîr xwe bicih kiriye.

Welatiyê bi navê Ehmed Îsmaîl ê ji gundê Mele Nûrî ya 500 metre dûrî gundê El-Soda ku şêniyên wê Erebin û li ser rêya Til Temir û Serêkaniyê ye, diyar kir ku dema ew diçû gundê Salihiyê koma çekdar êrîşî wî kirine û gule li ser wî reşandine. Îsmaîl da zanîn ku çend gule li wesayîta wî ketin.

Şêniyên gundên Mele Nûrî û Salihiyê ku şêniyên wê Kurdin dan zanîn ku ev hefteyek e komên çekdar astengiyan ji wan re derdixin û gefan li wan dixun. Gundî nikarin herin ser zeviyên xwe û kar bikin. Her wiha welatiyan diyar kirin ku tabûra El-Şi`êtat a girêdayî Artêşa Azad li ser rê wesayîtên welatiyan ji wan distînin û ciwanan direvînin û berê wan didin gundê Menacîr ku wek wargeh ji xwe re girtine.

Şêniyên gundê El-Soda yê girêdayî Serêkaniyê û 22 kîlometre dûrî Til Temir diyar kirin ji ber ku piştgiriyê didin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) komên çekdar ew bi şewitandina gund gef li wan kirin e.


Her wiha çekdarên tabûrên El-Şiêtat û El-Muta ku piraniya çekdarên wê ji Eşîra El-Şiêtat ên ji Dêra Zorêne pêk tê û tevî gelek tabûrên din embarên genim ên herêmê talan kirin e û herî dawî mala welatiyên li gundê Esfûriyê ya girêdayî Til Temir tevî çend tabûrên din şewitandine.
Top