• Tuesday, 10 February 2026
logo

Projeya Çê Kirina Xaniyan Bo Hejaran Destpê Kir

Projeya Çê Kirina Xaniyan Bo Hejaran Destpê Kir
Piştî biryara Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê bo çê kirina zêdetir ji 3 hezar xaniyan li her sê Parêzgehên Kurdistanê bo welatiyên kêmdahat û hejar, evro ev projeya han bi fermî dest pê kir.

Di vê derbarê de evro Birêveberê giştî yê hêlbirînê li Hewlêrê ragihand ku, bi mebesta cîhbicîh kirina projeya çê kirina xaniyan bo welatiyên kêmdahat û hejar me bi awayekî fermî dest bi vekirina îhaleyê kiriye û kompaniyên ku, dixwazin vê projeyê cîhbicîh bikin dikarin beşdariya vê îhaleya han bikin.
Top