Erdogan: Komkujiya Banyasê mîna ya Kerbelayê ye
Li gor çalakvanên opozisyona Sûryê, di 4ê gulanê de hêzên rejîmê û çekdarên alîgirên wê êrişî gundê El-Bêda yê ser bi bajarê Banyasê li parêzgeha Tertûsê ve kirin û di encam de zêdetirî 800 kes hatin kuştin.
Recep Tayip Erdogan di civîna heftane ya Partiya Dad û Geşepêdanê ya li parlamentoya Tirkiyê wiha got: “Kesên ku di dilê xwe de hez ji malbata pêxember Muhemed dikin, nikarin Ii ser komkujiya Banyasê bêdeng bin.”
Erdogan her wiha got: “Dîmenên li Banyasê mîna yên Kerbelayê dil êş bûn û tawanbar jî wek Yezîd payenizimin.”
Opozisyona Sûriyê rejîmê Beşar Esed bi wê yekê tometbar dike ku şerekî mezhebî li dijî pêkhateya Sune li navçeyên parêzgehên Tertûs, Lazqiye û Humsê encam dide.
Lê belê Esed vê yekê red dike û dibêje çekdarên radîkal ên opozisyonê êrişî navçeyên elewiyan yên li wan parêzgehan dikin.
Piraniya elewiyên Sûriyê ku Beşar Esed ji wan e, li parêzgehên Laziqiye, Tertûs û Humsê dijîn.
Rudaw
