Eşrefiyê: Kurdan êrişî hêzên rêjîmê kirin, 15 leşker kuştin
Her weha hatiye ragihandin ku, gelek avahiyên ku di destê alîgirê rêjîma Ba`sê de bûn ji aliyê lîwaya (Cebhet El-Ekrad) ve ku hêzekî Kurdin hatin desteser kirin.
Berdevkê fermî yê Lîwaya (Cebhet El-Ekrad) Selah Cibo ji ajansa Hawarê ya nûçeyan ANHA’yê re ragihandiye ku, şervanên wan li Taxa Eşrefiyê ya Helebê çalakî li dijî leşkerên rêjîma Ba`sê û alîgirên rejîmê li dar xistine.
Di encama çalakiyê de pevçûn derketiye. Cibo, da zanîn ku di pevçûnên wê êvarê de 15 leşkerên rejîmê û alîgirên wan hatine kuştin. Her wiha gelek avahiyên ku rêjîm tê de bicih dibû li nêzî çerxeriya yekem a Eşrefiyê desteser kirine.
Xendan
