• Tuesday, 10 February 2026
logo

Alîyên Kurdî û Supayê Iraqê Li Ser Nevekişîna Hêzên Pêşmerge Rêkevtin

Alîyên Kurdî û Supayê Iraqê Li Ser Nevekişîna Hêzên Pêşmerge Rêkevtin
Jêderekî ragihand, ku alîyên Kurdî û supayê Iraqê li ser ewê yekê rêkevtin ku hêzên pêşmerge li gundê Qeryetax bimînin.

Jêderekî berpirs li bajêrê Qeretepe ji PNA re ragihand, piştî ku duh alîyên Kurdî û supayê Iraqê kombûn di bareya girjî û alozîyên navbera herdû alîyan de sazkirin, biryar hat dayn, ku hêzên pêşmerge li gundê Qeryetax bimînin.


Evî jêderî weha jî da zanîn, ku ev rêkevtin ji bo wan baş bûye û xelkê gundê Qeryetax daxwazkiribûn, ku hêzên pêşmerge nevekişin û ev biryara han jî dê bibe cihê dilxweşîya wan.
Top