• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Îraqê Çendîn Teqînên Pêk Hatin Û Hijmarek Welatî Bûne Qurbanî

Li Îraqê Çendîn Teqînên Pêk Hatin Û Hijmarek Welatî Bûne Qurbanî
Çavkaniyeke leşkerî li Bajarê Mûsilê ragihand ku, di encama êrîşeke çekdarî de yaku, navendeke leşkerî kiribû armanc, 5 Terorîstên xwekuj û leşkerek hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndarbûn.

Ji aliyeke din ve jî li Bexdayê bombeyeke wedayî hate teqandin û di encam de 12 welatî birîndarbûn.

Li Kerkûkê jî bombeyeke wedayî li berdem navenda partiya Wîfaqa nîştimanî hatiye teqandin û di encam de yek ji Berpirsên vê partiya han canê xwe ji dest da.
Top