Artêşa Azad: Êrişên li Hember YPG di Xizmeta Rêjîmê de ye
Libarê hin grûpên çekdar yên bi navê artêşa azad tevdigerin û êrişî Kurdan dikin, Mistefa Şêx got: "Hin grûpên çekdar ku ji aliyê rêjîmê ve hatin têvedan û bi navê Artêşa Azad kar dikin ku dixwazên navê me , şoreşê û peywendiyên di navbera Artêşa Azad û biraderên me yên Kurd de xerap bikin, lê ev ne tiştekî nû ye em helwesta netewî û şoreşgerî ya biraderên me di Yekîneyên Parastina Gel (YPG)de baş dizanin.
Mistefa Şêx derbarê peywendiyên wan digel Tevgera Siyasî ya Kurdî de jî diyar kir ku, ew hêvî dikin ku, peywendî li ser asta siyasî û leşkerî hebe ji bo xizmeta Sûriye û herifandina rêjîma tawanbar ku bibû sedem ku gelê Kurd ji siyaseta înkarê ji mafên xwe bê beş bimînin.
