• Tuesday, 10 February 2026
logo

Dilêmî: Turkiye li Pişt Xwenîşandanên Iraqê ye

Dilêmî: Turkiye li Pişt Xwenîşandanên Iraqê ye
Wezîrê berevanîya Iraqê Se`dun Dilêmî ragihand, ku Turkiye li pişt xwenîşdandanên Sunneyên Iraqê ye.

Li angora reporteka ajansa nûçeya Fransa, wezîrê berevanîya Iraqê Se`dun Dilêmî di daxuyanîyekê de ragihand, ku acêndayên derveyî kontrola xwenîşandanan dike û Enbar, Mûsil û Samera jî wekî beşek bin ji împratoriyeta Usmaniyan.


Dilêmî weha jî da zanîn, ku şermezariye bo ewan hevwelatiyan ewên ku dergehên bajêrên xwe ji bo Stanbolê û welatên din vala dikin û ew dever bûne ciheka aram bo terorîstan ku daxwaza cudabûnê û teyifegeriyê dikin.
Top