• Tuesday, 10 February 2026
logo

Muqteda Sedir: Bila Malikî Daxwaza Lêbûrînê Ji Xelk Bike

Muqteda Sedir: Bila Malikî Daxwaza Lêbûrînê Ji Xelk Bike
Piştî belav kirina dêmenên êrîşa hêzên çekdar yên li ser welatên xwepîşander li derdorê Hewêceyê, evro Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir jî di vê derbarê de daxuyaniyek weşand û dilgiraniya xwe a li hember wan bûyeran diyar kir.

Muqteda Sedir eşkere kir ku, helwesta hêzên leşkerî a li dijî welatên xwepîşander bi ti awayî nayê qebûlkirin û dibe Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî daxwaza lêbûrînê ji xelkê Îraqê bike.

Çavkanî ev yek jî anî ziman ku, bitenê daxwaza lêbûrînê têr nake dibe Malikî li berdem Parlementoyê jî di derbarê wan bûyeran de îzahatên pêwîst pêşkêş bike.
Top