Gultan Kişanak: PKK dê 2 Rojên Din Dest bi Vekişanê Bike
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Cemîl Çîçek, duh diyar kiribû hêzên PKK’ê zûde vekişiyane derveyî sînoran û destnîşankirina 8’ê gulanê tenê ji bo pêşîlêgirtina provokasyonan e, lê Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak îro aşkera kir ku PKK’î hêj venekişiyane û dê 2 roj piştre vekişin. Kişanak, di serdana Dêra Ortodoks a Sûryaniyan de li Mêrdînê derbarê vekişîna hêzên çekdarên PKK de agahî da rojnamevanan.
Kişanak da zanîn, ku dê vekişîn di dîroka ku hatiye destnîşankirin de pêk bihê û xwest hemû kes li hemberî vekişînê bi hestyar û nazik tevbigerin. Kişanak got: “Birêz Cemîl Çîçek daxuyaniyeke wiha li gorî kîjan amaran da, nizanim. Di destê me de agahiyeke wisa tune ye. Em daxuyaniyên fermî esas digrin û em dibêjin vekişîn dê 2 roj piştre dest pê bike.”
Kişanak, derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de jî nêrînên xwe vegot. Gultan Kişanak, diyar kir pirsgirêka kurd encax dikare li gorî pîvanên demokrasiyê çareser bibe.
