• Wednesday, 11 February 2026
logo

Aysel Tugluk: Cihê Gelê Dêrsimê Ne CHP Ye

Aysel Tugluk: Cihê Gelê Dêrsimê Ne CHP Ye
Hevseroka KCD’ê û parlamentera Wanê Aysel Tugluk bi bîr xist, ku tevkujiya Dêrsimê di dema desthilatdariya CHP’ê de pêk hatiye û got, ku alîgiriya xelkê Dêrsimê bo CHP, wan diêşîne. Tugluk ragihand, ku cihê gelê Dêrsimê ne ba CHP’ê ye û xwest Dêrsimî li ba BDP’ê cihê xwe bigrin.


Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, ji bo bîranîna tevkujiya Dêrsimê çû bajarê Dêrsimê. Tugluk li vê derê rewşa siyasî nirxand û got: “Bi ser tevkujiya Dêrsimê re 76 sal derbas bûn. Bikerên vê tevkujiyê diyar in. Heta ku ev biker derkevin holê em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber ku gelê vê derê elewî û kurd bûn, ji aliyê dewletê ve hatin kuştin. Tevkujî ji aliyê feraseta înkarperest ve hate kirin. Divê em vê ferasetê baş nas bikin. Dêrsimî ji bo ku rûmeta xwe biparêzin neçar in hesaba vê tevkujiyê bipirsin.”

Tugluk bi bîr xist, ku tevkujî di dema desthilatdariya CHP’ê de pêk hatiye û wiha axivî: “Xwestin li Dêrsimê nasnameyek ji holê rakin. Di bin vê tevkujiyê de îmzeya CHP’ê heye. Alîgiriya gelê Dêrsimê ya li ba CHP’ê me diêşîne. Cihê Dêrsimiyan ne CHP ye.” Tugluk, banga tevlibûna bo BDP’ê li gelê Dêrsimê kir.
Top