• Tuesday, 10 February 2026
logo

Demîrtaş: Divê dewlet leşkerên xwe ji çiyan vekişîne

Demîrtaş: Divê dewlet leşkerên xwe ji çiyan vekişîne
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)ê Selahadîn Demîrtaş bal kişand ser dema vekişîna garillayan û di encama vekişînê de peydabûna provakasyonan û wiha got: “Divê dewlet leşkerê xwe ji çiyan vekişîne. Heger hat û leşker bi operesyonekê rabin, pêvajo bi dawî dibe.”

Îro (05-05-2013) serê sibehê digel hejmarek parlamenter û alîgiran, Hevserokê BDPê Selahadîn Demîrtaş, li devera Şine ku dikeve navbera parêzgeha Colemêrg û navçeya Çelê de seredana çend gundan kirin.

Demîrtaş û girseya ligele, li wan deverên ku berî bi demekê li jêr kontrola gerîllayên HPG ê de bûn, wêne girtin û bi gundiyan re sohbet kirin. Di axaftina xwe de Demîrtaş got: “Ev der Newala Zabê (Zap) ye. Bi salên dûr û dirêj ev dever gorepana şer û cengê bû. Di demek nêz de Gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ewê van çiyan û vê Newalê vala bikin. Heta îro, li van çiyan dengê çekan bilind dibû. Ev dever, ango Newala Zabê ya ku bi şer û cengê hate standin, roj wê bê, Newala Zabê dê bibe ziyaretgeh û navendek çand û tûrîzma dinyayê. “

Piştî vê daxuyaniya li devera Şine, Demîrtaş û girseya pê re, li noqteya sifir ya sînorê Tirkiye û Herêma Kurdistanê, dest bi geryanek berfireh dikin.

Demîrtaş û hevalên xwe, her gundekî ku digehiştin, ji aliyê gundiyan ve bi dilgermî dihatin pêşwazîkirin.

‘Bila Malbend û Baregehên Leşkerî bêne valakirin’

Demîrtaş di axaftinên xwe de wiha got: “Pêdiviye hikûmet, di vê pêvajoya çaresriyê de gavên berbiçav bavêje. Bi taybetî jî, ji bo gundî bikarin vegerin gundên xwe, dive helûmercên vegerê bêne afirandin.”

Selahadîn Demîrtaş axaftina xwe wiha domand; “PKK ji çiyan vedikşe. Ew malbend û baregahên leşkerî yên li herêmê jî bila bêne valakirin û leşker ji çiyan vekişe. Navenda Colemergê li jêr dorpêçkirina leşkerî de ye. Piştî biryara PKKê ya vekişîna ji çiyan, zalgehên kontrolê yên polîs û leşkerî hatine zêdekirin. Ev zalgehên heyî û her tiştekî ku bêhna rêveberiya leşkerî jê tê, divê rabin.
Ji bilî vê jî, hûn wekî xelkê binecihê, nehêlin di van zalgehan de li we bigerin. Ji ber ku ev karê ew dikin, tawanek yasayî ye. Heger ji we hat xwestin, di van zalgehan de bi rojan rawestin, lê nehêlin we teftîş bikin.”

Demîrtaş bal kişand ser hebûna provakasyonan, ji girseya gel daxwaz kir ku ji bo pêknehatina operasyonan li ber xwe bidin û wiha got: “Heger bixwazin dest bi operasyonan bikin, divê hûn gundî, li pêşberî karwanên leşkerî rawestin û nehêlin derbas bibin. Heger operasyon bibin, ev pêvajo bi dawî tê. Paşê li vê deverê ewê bendav bêne çêkirin. Heger bendav ziyanê negehînin xwezaya me, ne xem e. Lê heger bi armanca leşkerî bêne çêkirin, emê qebûl nekin
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) Selahadîn Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de ya ku li ser sînorê Tirkiye û Herêma Kurdistanê ji gundiyan re kir, herdu partiyên opozisyona Tirkiyê (CHP-MHP) jî rexne kir û wiha got: “Ev herdu partiyên opozisyonê, Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Bizava Nîjadperest (MHP), her wekî tûrîst in hatine vî welatî. Ev herdu partî ji rastiya vî welatî bê agah in. Welat, çand û zimanê Kurdan heye. Heger di destûra bingehîn de ji Kurdan re Tirk bê gotin, ev nabe demokrasî. Hindek rewşenbîr vê yekê qebûl nakin. Min jî ji wan re got; werin vê gotina xwe li Colemergê bibêjin, lê nehatin. Newêrin bêne vir. Belê, bila faşîst ji Colemergê bitirsin û ji mafê wan e ku bitirsin.”

Rudaw
Top