• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bo Malikî: Li cihê gotinan divê kar bê kirin

Nêçîrvan Barzanî bo Malikî: Li cihê gotinan divê kar bê kirin
Berpirsê fermangeha peywendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku di çend rojên bê de wê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî serdana Hewlêrê bike û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

Felah Mistefa di hevpeyvînek ligel hêjmara îro (05.05.13) ya rojnameya Hewlêrê de wiha got: “Armanca serekî ya serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bo Bexdayê ji bo wê yekê bû li pey çareseriyê bigerin û nehêlin destûrê binpê bikin.”

Berpirsê fermangeha peywendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku yek ji endamên wê şandê bû, di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina ligel Nûrî Malikî de bi vekirî tekez li ser prensîbên hevsengî û dest jê berdana sîstema berê kir. Tekez li ser wê yekê kir ku nabe ti aliyek bê paşguh xistin.”

Felah Mistefa destnîşan kir ku şanda Kurdî ne li ser hesabê ti aliyekê çûye Bexda û peyman jî ne li ser hesabê ti kesî bûn.

Mistefa wiha got: “Nêçîrvan Barzanî ji Malikî re gotiye ku divê ji îro û pêde li cihê gotinan kar bê kirin. Herwiha daxwaza cîbicîkirina peymanan kiriye.” Felah Mistefa destnîşan kir ku biryare serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di nava çend rojên bê de serdana Hewlêrê bike û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive. Mistefa diyar kir ku piştre wê civîneke wezîran bi tevlîbûna hemûyan li Hewlêrê saz bike.

Bi baweriya berpirsê fermangeha peywendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Hewlêr wê dûbare bibe navenda jihevtêgihiştin û karên hevbeş ên ji bo proseya siyasî ya li Iraqê.”
Top