Nêçîrvan Barzanî: Hemû Pirsên Iraqê Bi Serdanekê û Bi Çend Dîdar û Civînan Çareser Nabin
Di civînê de, rewş û pêşhatên emnî û siyasiyên Iraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêj kirin û serdana Nêçîrvan Barzanî a heftiya çûyî bo Bexdayê û civînên digel serokwezîr, serokê parlamentoyê û aliyên din yên Iraqê û encamên wan civînan nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî ji balyozê Amerîkayê re behsa serdana xwe ya bo Bexdayê kir û got ku, kurdan û aliyên din yê îraqî bi hev re îraqa nû avakiriye û herêma Kurdistanê hertim bi wê yekê re ye ku, hemû pirsgirêk û arîşeyên anvbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û aşitî bên çareser kirin û her li ser vî esasî jî şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê, heftiya çûyî, çû Bexdayê.
Serokwezîrê Kurdistanê got:
- Hemû pirsên Iraqê bi serdanekê û bi çend dîdar û civînan çareser nabin, lê ya giring eve ku deriyek ji bo danûstandinan û civîna hat vekirin û em tu derfetên bo diyalog red nakin.
Ji aliyê xwe ve, balyozê Amerîkayê yê Iraqê piştgirtiya xwe bo serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê û destpêkirina danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û vegeriyana wezîrên kurd bo Bexdayê bi gaveke erênî wesif kir.
Rewşa deverên kurdistaniyên dervey îdareya herêma Kurdistanê, rûbirûbûna hêzên pêşmerge û arteşa Iraqê û çewaniya aramkirina wê aloziyê aliyekî din yê civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê û balyozê Amerîkayê yê Iraqê bû.
