Serokê Herêma Kurdistanê li gel partiyên siyasiyê Kurdiyên Sûriyê civiya
Li vê civînê de aliyê siyasiyê Kurdiyên Sûriye spasî rola Serok Barzanî kirin li girîngîdana bi doza rewaya Kurd li Sûriye û komkirina aliyê Kurdiyan û hewldana rêzdar ya ji bo yekxistina gotara aliyê Kurdiyên li dema derbasbûyî û her wiha rêkkeftinnameya Hewlêr ku bi serpereştî û rênimayiya Serok Barzanî li navbera aliyê Kurdiyên Sûriyê de hatibû bestin. Li beşekî dinê hevdîtinê de aliyê Kurdiyên Sûriye yekhelwestî û komdengiya xwe bi Serok Barzanî ragihandin û amadehiya xwe jî ji bo pabendbûna cîh bi cîhkirina rêkkeftinnameya Hewlêrê nîşandan.
Li beranber de Serok Barzanî spasî û xweşhaliya xwe derbirî bi bûna komdengî û rêkkeftina navbera aliyê Kurdiyên Sûriye û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo palpiştiya berdewama doza rewaya gelê Kurd li Sûriye ragihand û got: Niha ku derfetekî zêrîne ji bo Kurd li Sûriye û pêwîste hemû hêz û aliyê siyasiyên Kurd li Sûriye bi rûhekî birayane û nîştîmanperwer û neteweyî li gel hevdû da bin û armanca serekiya wan pêşxistina doza gelê Kurd bê li Sûriye neku hewldan ji bo xwesepandin û têkdana yekrêziya aliyan be. Li beşekî dinê axaftina xwe Serok Barzanî beranber bi paşaroja gelê Kurd gelek geşbîn bû û yekrêzî û birayetî û bûna stratejiyekî rûn bi merca serekiya serxistina doza rewaya gelê Kurdê Sûriye zanî.
Hêjayî gotinêye aliyê siyasiyê Kurdiyan berî civîna li gel Serok Barzanî daxuyaniyek belav kirin ku ev xalên li xwarê jî naveroka wê ye:
Beyannameya hevbeşa partiyên Encûmena Nîştimaniya Kurd li Suriye
Birêz Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
Silav û rêz û rûmet...
Li gel temambûna civîna me ya li Hewlêr, ji bo guftûgokirina rewşa niha ya Encûmena Nîştimaniya Kurdî û nirxandin û bi cîhkirina bendên wê peymana Hewlêr, ku bi serpereştiya cenabê we hate holê, beramber wê girîngîdana doza gelê me yê Kurd li Suriye ku we nişandaye, her wiha li vê pêvajoya hestiyara ku têda derbas dibîn wê palpiştî û yarmetiya pêşkêşî gedeyên wê dikin, silav û rêzên xwe ji bo cenabê we derdibrîn,
Me baweriyeke tevahî heye ku ev çavdêriya cenabê we ji bo me berdewam dibê, rênimayiyên we ji bo me bi navê pêkanîn û parastina mafên gelê Kurd de weku rêberekî kare.
Dûbare silavên me ji bo we heye û hêviya serkeftin û leşsaxiyê ji bo we dixwazîn.
1- Partiya Demokrata Kurdî li Suriye (Partî)
2- Partiya Nîştimaniya Demokratî Kurdî li Suriye
3- Partiya Yekîtiya Kurdî li Suriye
4- Tevgera Çaksazî
5- Partiya Azadî Kurdî li Suriye
6- Partiya Demokratiya Kurdî li Suriye (Partî) Nasredîn Ibrahîm
7- Partiya Çepa Kurdî li Suriye
8- Partiya Yekîtiya Kurdistanê/Suriye
9- Partiya Tîfaqa Demokratî Kurdî Surî
10- Partiya Demokratî Kurdî Suriye
11- Partiya Wekheviya Demokratî Kurdî li Suriye
12- Partiya Yekîtiya Demokratî Kurdî fî Suriye (Yekîtî)
13- Çepa Demokratî Kurdî li Suriye
14- Partiya Azadî Kurdî li Suriye
Hewlêr
30/04/2013
