Kerry pêşwazî li vegera wezîrên Kurd bo Bexdad`ê kir
Di beyannameyek wezareta derve ya Êraqê de ku kopiyek jê gihîştiye Malpera Xendan, wezîrê Derve yê Emerîka Jhon Kerry îro telefon Wezîrê Derve yê Êraq`ê Hoşyar Zêbarî kir.
Di peywendiya telefonî de behsa peywendiyên navbera Emrîka – Êraq`ê û girîngiya çalakkirina karê komîteyên hevrêziya wezarî ya di navbera herdu welatan de di çarçoveya stratejîk de hatiye kirin.
Li gor beyannameyê Kerry bi awayekî fermî Wezîrê Derve yê Êraq`ê Hoşyar Zêbarî vexwendiye bo Emerîka.
Her ligor beyannameyê, wezîrê derve yê Emrîka pêşwazî li rêkeftina di navbera hikûmeta federalî ya Êraq û hikûmeta Herêma Kurdistan û vegera wezîr û parlementerên Hevpeymaniya Kurdisrtanî bo Bexdad`ê kir, daku rola xwe di saziyên destûrî ya dewletê de bileyîzin û diyaloga di navbera aliyan de û çareserkirina arîşeyan li gor yasa û destûrê berdewam bikin.
Xendan
