• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Başûrê Îraqê Xelk Li Dijî Malikî Daket Kolanan

Li Başûrê Îraqê Xelk Li Dijî Malikî Daket Kolanan
Di çarçoweya xwepîşandanên heyî yên li dijî Hikûmeta Îraqê û Serokwezîrê vê welatî de, evro piştî bi dawî hatina nivêja Înê xelkê Başûr û naverasta Îraqê daket qad û kolanan.

Di xwepîşandan evroyê de welatiyên xwepîşander jibilî vê yekê ku, daxwaza cîhbicîh kirina tevahiya daxwazên xwe kirin hevdem daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî kirin daku, dev ji postê Serokwezîriya Îraqê berde.

Welatiyên xwepîşander tekez li ser vê yekê kirin ku, heta daxwazên wan neyên cîhbicîh kirin û Malikî dev ji postê Serokwezîriyê ber nede vê xwepîşandanan bidomînin.
Top