• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erebên Kerkûkê Evro Xwepîşandan Nekirin

Erebên Kerkûkê Evro Xwepîşandan Nekirin
Biryar bû evro piştî nivêja Înê Erebên Sune yên li Kerkûkê weke welatiyên Başûr û Navenda Îraqê li dijî Hikûmeta Îraqê û Serokwezîrê vê Nûrî Malikî dest bi xwepîşandaneke girseyî bikin, lêbelê Erebên Sune yên li Kerkûkê evro xwepîşandan nekirin.

Di vê derbarê de Berpirsên xwepîşanderên Erebên Sune yên li Kerkûkê Îsmaîl Hedîdî eşkere kiriye ku, piştir biryar bû em evro dest bi xwepîşandaneke berfire bikin lêbelê jiber parastina canê welatiyan me evro ev xwepîşandana han pêk neanî û bi tenê me nivêja xwe xwend û bi aramî belav bûn.
Top