• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel kir
Li roja pênçşem 02.05.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Eyad Ellawî Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de bi têr û tije behsa guhertinên siyasiyên dawî ya di nav qada siyasiya Iraqê kirin û şanda mîhvan helwesta xwe li ser pêşhatên dawî û rehendên qeyrana niha ya Iraqê bi Serok Barzanî ragihand.

Li beramber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda mîhvan nêrîna serkirdayetiya siyasiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê pêvajoya niya ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêm û Bexda ji bo şanda mîhvanan behs kir û tekez jî li wê yekê kir ku bi tu awayekî nabê tu pêkhatekî Iraqî bê îhmal kirin û pêwîste êdî li Iraq rê nede takrewî li desthilatê da bê kirin.

Prensîpên neguheriyên pêvajoya siyasiya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her du alî li ser ewe hevrê bûn ku pêwîste hemahengî û hevbeşî û hevsengî li navbera pêvajoya siyasiya Iraqê da hebê û nabê bi tu awayekî jî artêş ji bo yek alî kirina kêşeyên siyasiyê navxweyiyên welat bê bikaranîn.
Top