Artêşa Azad: Li Til Temir 4 şervanên YPGê hatin kuştin û 30 di destê me de ne
Berpirsê YPGê li Qamişlo Hesen Qamişlo di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Ev çend rojin şerê navbera YPG û Artêşa Azad li Til Temirê berdewam dike. Duh jî şervanekî YPGê jiyana xwe ji dest da.”
Hesen Qamişlo diyar kir ku grûbên çekdarî dixwazin dest danin ser bajarokê Til Temir û wiha got: “Şervanên YPGê ji hemû navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Til Temir daku rê li ber hatina Artêşa Azad bigirin.”
Qamişlo bal kişand ku şerê li Til Temir ne di navbera kurd û ereban de ye, lê belê di navbera YPG û Artêşa Azad de ye.
Her derbarê bûyerên li Til Temirê de, fermandarê `Ketîbeya Mişel Temo` Usame Hîlalî ji Rûdawê re got: “YPG dixwaze bi tena xwe Til Temir kontrol bike.”
Bi gotina Hîlalî, YPGê çekan ji erebên bajarok distîne û alîkariyên mirovî jî nagihîne taxên ereban.
Hîlalî eşkere kir ku niha grûbên Xurbaa El-Şam û Lîwaya 313 yên Artêşa Azad bajarokê Til Temir ji hemû aliyan ve dorpêç kirine daku nehêlin alîkarî leşkerî bigihin YPGê.
Hîlalî ku ketîbeya wî digel grûbên din ên çekdarî dawiya sala borî derbasî nava bajarê Serê Kaniyê bibûn, diyar kir ku heta niha 4 şervanên YPGê li Til Temir hatine kuştin û 30 şervanên wan dîlên di destê Artêşa Azad de ne. Her wiha 2 çekdarên artêşê jî birînardar in.”
Bajarokê Til Temir 40 km ji bajarê Hesekê û 35 km ji bajarê Serê Kaniyê dûr e, xelkê wê ji kurd, aşûrî û ereban pêk tê.
Rudaw
