Hemû Rêveberên CHP’ê yên Pirsûsê Îstifa Kirin
Kurdên di nava CHP’ê de ji ber helwesta partiya xwe ya li hemberî pêvajoya çareserî û aştiyê yek bi yek îstifa dikin. Pêşî Parlamenterê CHP’e yê Semsûrê Salîh Firat îstifa kiribû. Piştre li navçeya Çewlikê û Xelfetiyê jî hemû rêveberên CHP’ê bi hev re dev ji partiya xwe berdabûn. Rêveberên Xelfetiyê gotibûn ew wê di demeke kin de derbasî BDP’ê bibin.
Agahiyeke îstifayê jî ji Pirsûsa Ruhayê hat. Hemû rêveberên CHP’ê derketin pêşberî çapemeniyê û îstifaya xwe aşkera kirin. Serokê CHP’a Pirsûsê Şahîn Yilmaz, rêveberên navçeyê û hin endamên wan diyar kirin ku ew ji ber helwesta CHP’ê ya li hemberî pêvajoya aştî û çasereseriyê ji partiya xwe îstifa dikin. Yilmaz, destnîşan kir ew bi hemû hêza xwe piştgirî didin vê pêvajoya aştiyê û wiha got: “Ji ber nêzikahiya navenda me ya giştî ya li hemberî pirsgirêka kurd, xemsariya wan a li hemberî pêvajoya aştiyê û helwesta wan a asteng ya li hemberî çareseriyê em hemû rêveber bi hev re îstifa dikin.” Yilmaz, da zanîn endamên wan ên li Pirsûsê jî dê îstifa bikin û wan îstifayên xwe ji navendê re şandiye.
Şahîn Yilmaz got, ku hêj wan biryar nedaye dê tevli kîjan partiyê bibin û ew ê biryara xwe ya dawî di demeke nêzik de aşkera bikin.
