• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîr û Nûnerên Kutleyê Kurdistaniyên Parlemena Iraqê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîr û Nûnerên Kutleyê Kurdistaniyên Parlemena Iraqê civiya
Duh çarşem 01.05.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêm û Erselan Bayîz Serokê Parlemena Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezîr û Nûnerên Kutleyê Kurdistaniyên li Hikûmet û Parlemena Iraqî da civiya.

Li civînê de encamên serdana şanda Herêmê bi Serokayetiya Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê guftûgo kir. Serokê şandê jî encama serdan û wan hevdîtinên li Bexda li gel hêzê siyasiyên Iraqiyan û her wiha hevdîtin û civînên li gel Nurî Malîkî Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê ji bo amadevanan xisterû.

Li civînê de tekez li ser palpiştiya diyaloga li gel Hikûmeta Federalî û her wiha palpiştîkirina wan rêkeftinan jî kir ku li 29.04.2013 li navbera Hikûmeta Herêm û Hikûmeta Federal de hatiye bestin û ji bo gihîştina bi çareserkirina hinek kêşeyên siyasiyê helawestî bi hengavekî erênî zanî û ji bo çareserkirina hemû kêşeyên navbera kutleyên Iraqiyan bi derbasgeheke guncaw jî zanî.

Li civînê de birgehên peymanê jî guftûgo kir û her wiha balkişand li ser babeta vegerana nûnerên kutleyê Kurdistaniyên li nav Encûmena Nûneran û Wezîrên Federalî kir û biryar jî da Wezîr û Endam Parlemenên Kurd vegerin Bexdayê.

Her wiha li civînê de tekez li wê yekê kirin ku qeyrana kûra niha ya Iraqê tenê li rêya pabendbûna bi prensîpên hevbeş û hevsengî û bi cîh bûna peymanên li navbera aliyê siyasiyan hatiye girêdan û pabendbûna bi destûr û mafê hemû pêkhatan tê çareser kirin.
Top