• Tuesday, 10 February 2026
logo

Efrîn: 2 kuştî û 2 birîndar yên YPG'ê

Efrîn: 2 kuştî û 2 birîndar yên YPG'ê
Li Gundê Xezêwê a navçeya Şêrawa ya Efrînê, Çend çekdaran êrîşî xaleka kontrolê a Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê kirin.

Li gor nûçeya malpera (Firatnews)ê, Çavkaniyên YPG’ê diyar kirine ku, komeke çekdar êrîşî xala kontrolê a YPG’ê li Gundê Xezêwê a Efrînê kirine, di encama êrîşê de, 2 şervanên YPG’ê jiyan xwe ji dest dane û 2 şervanên din birîndar bûne.

Gundê Xezêwê, dikeve başûrê bajarê Efrînê û nêzîkî gundê Bircê ye ku berî niha şer di navbera YPGê û xaleke kontrolê yê Partiya Azadî de li wî gundî derketibû, kuştî û birîndar jî hebûn.

Rudaw
Top